Çalakiyên protesetokirina danîna qeyûmê ser Şaredariya Akdenîzê didomin. Girseya ku Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir jî di nav de danîna qeyûm şer şermezar kir.
Çalakiyên protestokirina danîna qeyûmê ser Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê berdewam dike. Girse li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê kom bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya pê re jî tev li çalakiyê bûn. Girse li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî sekinî û nerazîbûn nîşanî danîna qeyûm û girtina hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê da. Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir li vir axivî û nerazîbûn nîşanî danîna qeyûm û girtina hevşaredaran da.