• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber Şaredariya Wanê çalakî: Kurd qeyûman qebûl nakin

Navenda Nûçeyan/ AW

13 SIBAT 2025 - 15:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Wan – Parlementerê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ku di daxuyaniya li ber Şaredariya Wanê de axivî, da zanîn ku biryara dadgehê ne tenê ji bo Abdullah Zeydan ji bo hemû gelên Wanê û gelê Kurd hatiye dayîn û got: “100 sal berê jî Kurdan ev yek qebûl nekir û niha jî qebûl nake.”

Çalakiyên têkildarî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û hewldana qeyûm ya li ber Şaredariya Wanê di roja 3yemîn de didome. Li ber şaredariyê dirûşmên “Neslîhan Şedal rûmeta me ye”, “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “berxwedan jiyan e” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB) Siraç Çelîk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, hevşaredarên navçeyên Wanê, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi hezaran kes tev li daxuyaniyê bûn.

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt axivî û da zanîn ku wan bi kedeke mezin şaredarî bi dest xistiye. Gulşen Kûrt, anî ziman ku polîtîkayên qeyûm ne tenê meseleya gelê Kurd, meseleya hemû kesên hiqûqnas û mafparêzan e.

‘Gelê Wanê di hilbijartinê de biryara xwe daye’

Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin, diyar kir ku gelê Wanê bi berxwedana xwe hêviya hemû gelên Kurdistanê ne û ev tişt got: “We di qirîza mazbatayê de berxwedaneke gelekî mezin kir, lewma hemû gelên Kurdistanê û hevşaredarên we ji we razî ne. Êdî bila bi lîstikên qirêj li ser vîna gelê me nelîzin. Gelê Wanê di hilbijartinan de biryara xwe bi awayekî zelal nîşan da. Gelê Wanê ji we nerazî ne, we naxwazin. Gelê Wanê hevşaredarên xwe hilbijartine û niha jî xwedî li wan derdikevin.”

‘Xwedî li peyama Ocalan derbikevin’

Parlementerê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî gelê Wanê ji ber berxwedaniya wan pîroz kir. Huseyîn Olan, got ku gelê Wanê di hilbijartinên 31ê adarê de 14 şaredariyên xwe bi dest xistin û diyar kir ku niha jî dixwazin şaredariya bajarê mezin ji destê wan derbixînin. Huseyîn Olan, da zanîn ku 100 sal berê di Serhildana Şêx Seîd de, li Koçgirî, Dêrsîm, Agirî çi dagirkerî hatibe kirin, niha jî heman dagirkerî tê kirin û wiha pê de çû: “100 sal berê jî Kurdan ev yek qebûl nekir û niha jî qebûl nake. Biryar tenê ji bo Abdullah Zeydan de nehatiye dayîn, ji bo hemû Wanê û gelê Kurd hatihe dayîn. Kurd êdî Kurdê berê nîne, îro hişyar û polîtîk e. Wê rojên pêşiya me Birêz Abdullah Ocalan dê peyamekê bide. Ev peyam peyama hevrejiyanê ye û xwedî li vê peyamê derbikevin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Dê êvarê jî bi tevlibûna Koma Aryen “Şahiya Ciwanan” bê lidarxistin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne