• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariya Artemêtê ji bo astengdaran bernameyek amade kir

    Şaredariya Artemêtê ji bo astengdaran bernameyek amade kir

    ‘Dive em her roj ji bo mirovên astengdar baldar bin’

    ‘Dive em her roj ji bo mirovên astengdar baldar bin’

    ‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

    ‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

    Abdullah Ocalan: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

    Abdullah Ocalan: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

    DFGê rapora meha Mijdarê aşkere kir

    DFGê rapora meha Mijdarê aşkere kir

    Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

    Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariya Artemêtê ji bo astengdaran bernameyek amade kir

    Şaredariya Artemêtê ji bo astengdaran bernameyek amade kir

    ‘Dive em her roj ji bo mirovên astengdar baldar bin’

    ‘Dive em her roj ji bo mirovên astengdar baldar bin’

    ‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

    ‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

    Abdullah Ocalan: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

    Abdullah Ocalan: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

    DFGê rapora meha Mijdarê aşkere kir

    DFGê rapora meha Mijdarê aşkere kir

    Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

    Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Besta Bilga û Cilbiya talankirina xwezayê

Mahmût Altintaş / AW

13 TÎRMEH 2025 - 10:36
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Li Şirnexê bi salan e cerdevan daran dibirin. Dimenên dawî yên birîna daran li herêma Besta û gundên Bilga û Cilbiya yên navçeya Silopiya ket destê Ajansa Welat. Di dîmen de tê dîtin ku bi hezaran dar hatinê birîn û li ser rê danê ser hev.

Li Şirnexê bi salane dar tên birîn û xweza tê talankirin. Li Şirnexê gelek herêm bi hinceta “Ewlehiyê” ji welatiyên wê re hatiye qedexekirin. Lê cerdevan serbest tev digerin û daran dibirin. Li Şirnexê birîna daran bi salane di rojevê de ye. Qadeke fireh a daristanê ji ber birîna daran hatiyê tunekirin. Cerdevan li çiyayên Gabar, Cûdî, Herêma Besta, navçeyên Qileban, Elkê û Silopiyayê bi salane ji daran dibirin û difiroşin. Li aliyê din kanên madenê vedikin û li petrolê digerin. Rayedarên dewletê talankirina çiyayê Şirnexê ji şîrketên bazirganiyê re serbest kiriye.

Bajarê Şirnexê bi xweza, çiya û daristanên xwe, warê jiyanê ye. Lê cerdevan û şîrketên taybet her roj xwezayê talan û wêran dikin. Niha li çiyayê Gabarê lêgerîna petrolê didrome. Çiyayê Cûdî bi kanên madenê yên cuda û lêkirina bendavan xweza hatiye talankirin. Ev çiyayên ku warê jiyanê bû û ji hezaran sewalan re bûbû wargeh, niha bûye cihê şîrketên bazirganiyê. Cerdevan darên temenê wan sed salî dibirin û difiroşin. Ev talanî bandorê li ser kêmbûna avê dike. Kêmbûna avê jî bandorê li ser jiyana mirov û sewalan dike.

Li herêma Besta birîna daran

Li Besta jî bi hinceta “Ewlehiyê” gelek herêm li welatiyan hatiyê qedexekirin. Lê cerdevan serbest li vê herêmê daran dibirin. Di dimenên dawî yên ku ketinê dest me, birîna daran şenber xuya dike. Welatiyeke/î ku bi telefona xwe birîna daran tomar kir û ji mere şand, xuya dike ku gelek dar hatinê birîn û ezingên wan hatine komkirni. Cerdevan li vir daran dibirin û difiroşin bajarên cûda. Li qadê xuya dike ku gelek dar hatinê birîn û darên hatinê birîn ketinê erdê. Li vir daristanê zerareke mezin dîtiye.

Cerdevan 3 sal in li Bilga û Cilbiya daran dibirin

Walîtiya Şirnexê gundên Bilga û Cilbiya weke “Herêma Ewlehiya Taybet” diyar kiriye. Lê li van gundan cerdevan 3 sal in daran dibirin. Leşker jî li vir ewlehiya cerdevanan digire. Bi hinceta “Ewlehiyê” daran dibirin û difiroşin bajarên derve. Welatiyên gundê Cilbiya û Bilga ku ji ber birîna daran bi bertekin li cihe ku dar tên birîn dimenek gihandin me. Di dimen de xuya dike ku gelek dar hatinê birîn. Qadeke mezin a daristanê tev tune bûye. Kom bi kom êzîng ji bo firotinê li keleka rê dane ser hev. Di dimen de welatiyek diaxivê û dibêje: “Hemû dar hatinê birîn. Di nav qada daristanê de rê birîne. Bax, bostanên welatiyan tev talan kirine. Darên ku temenê wan zêdetirî sed sal in birîne. Li vir hem xweza talan kirine û hem jê qut kirine.”

 

Etîket: BestaBilgacerdevanCilbiyadarXweza
FacebookTweet

Nûçeyên Din

184 hezar û 497 wesayît hewaya Amedê qirêjî dikin!

184 hezar û 497 wesayît hewaya Amedê qirêjî dikin!

13 MIJDAR 2025
Koma Amed li Amedê dar çandin

Koma Amed li Amedê dar çandin

27 COTMEH 2025
Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

23 COTMEH 2025
Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

21 COTMEH 2025
Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

18 COTMEH 2025
Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

17 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (45)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne