Li herêma Dora ya Bexdayê teqîneke mezin pêk hat. Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbû. Hat diyarkirin ku di teqînê de tu kes zirar nedîtiye.
Li gorî agahiyên nûçeyên medyaya Iraqê, teqîn vê sibehê li herêma Dora ya paytexta Iraq Bexdayê rû da. Her wiha li gorî agahiyên destpêkê, ji ber teqînê tiştek bi kesî nehatiye. Hate ragihandin sedema teqînê nehatiye zanîn û hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.













