Encûmena Binarê Qendîlê rêze çalakiyên bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ragihand. Du rojan wê çalakiyên di çarçoveya kombûn û pîrozbahiyên hunerî de werin lidarxistin.
Li Binarê Qendîlê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê rêze çalakî bên lidarxistin. Roja 7ê Adarê saet 13:00an de dê li gundê Derwekotir bi pêşengtiya Meclisa Gel a Binarê Qendîlê civînek were lidarxistin û ji aliyê Lavan Mistefa ve semînerek li ser dîroka 8ê Adarê û rola jinên cîhanê û jinên Kurd were pêşkêşkirin.
Heman rojê di saet 18:00an de Meclisa Gel a Binarê Qendîlê dê li herêma Maredû ya li gundê Bestê Êware fitarek ji bo jinên herêmê rêxistin bike. Her wiha roja 8ê Adarê dê li gundê Bokrîsan, Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ji bo jinan fîtarek amade bike û piştre hejmarek çalakiyên hunerî pêk bîne.













