DEM Partiyê û DBPê yên Bismilê bi vêxistina meşaleyan êrîşên li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Bismilê ya Amedê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Kent Meydaniyê daxuyanî dan. Nûnerên DEM Partiyê, DBPê, TJAyê, MEBYA-DER, Egîtîm Sen, hevşaredarên navçeyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê û gel tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojhilat, Rojava Kurdistan yek welat e” û “Ciwan ranezên xwedî li Rojava derkevin” hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Cemil Tekînoz di daxuyaniyê de axivî û got: “Hatina me ya li vir ji bo ku em êrîşên li ser taxên Helebê şermezar bikin. Em hemû li ser medyaya dijital dişopînin û dibin şahidê êrîşên ku li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku têne kirin. Hemû hêzên wan ên paramîlîter li dijî hêza kurdan û gelên sivîl ên li wir bûne yek û êrîşên hovane dikin. Êrîşên ku li wir tên kirin bi destê dewleta tirk û DAIŞê ye, em wan êrîşan nalet dikin. Em hevalên xwe yên ku li wir çalakiya fedaî li dar xistin jî bi rêzdarî wan bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.”
Piştî ku daxuyanî bi dawî bû ciwanan meşale vêxistin. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.














