Bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojavayê re li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng tên lidarxstin. Kurdên li bajarên Ewropayê îro bûn yek dil û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.”
Kurd ji êrişên DAIŞê ya salên 2014 û 2015an bi berxwedaneke bêhempa xwe û Rojava rizgare kirin û ev berxwedan li cîhanê deng veda. Sazî Partiyên Kurd bi boneya vê berxwedanê kom bûn û 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re îlan kirin. Bi munasebeta piştevaniya vê rojê û li dijî êrişên heyî yên li diijî Rojava tên meşandin li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng û daxuyanî ji bo piştgiriya Kobanê tên lidarxistin.
ALMANYA
Berlîn
Li paytexta Elmanya Berlînê bi navê “Şoreşa navbera berxwedan û şer: Li Rojava çi diqewime?” panel hat lidarxistin. Di panelê ji hêla Buroya Aştiyê ya Jinên Kud CÊNÎ ve hatiye lidarxistin de êrişên li dijî destkeftiyên Kurdan û sûcên li dijî jinan hatine pêkanîn hatin axaftin.
Hamburg
Li bajarê hambûrgê bi hezaran kes bi alên kesk, sor û zer, alên YPGê û YPJê meş li dar dixin. Di meşê de pankarta “Rojava Biparêze” vekirin. Girse bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” meşa xwe didomînin.
Hannover
Deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannoverê Almanyayê bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û Roja Piştevaniyê ya bi Kobanê re, Opernplatzê dest bi meşê kirin û 6 kîlometreyan meşiyan. Meşvan dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e” “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” û “Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.
Hattingen
Li bajarê Hattîngenê deh heazaran kes bi pêşengtiya jinan û alên YPJê, YPGê meşê li dar dixin. Jinan wêneyên şervanên di parastina bajar de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” berz dikin û meşa xwe didomînin.
Dresden
Li bajarê Drensdenê bi pankarta “Şoraşa rojava şoreşa jinan e” bi tevlîbûna deh hezaran Kurd û dostên wan meş li dar xistin. Di meşê de alên YPGê û YPJê hatin rakirin û wêneyên şervanên di parasna bajaran de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên Bijî Berxwedana Rojava, Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz dikin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên berxwedana Rojava silav dikin didome.
INGILÎSTAN
London
Bi deh hezaran Kurd û dostên kurdan li bajarê Lodonê tevî barana dibare bi awayeke girseyî meş li dar xistin. Di meşê de alên Rojava, YPGê û YPGê û pankartên piştgiriyê didin berxwedana Rojava rakirin. Girse bi berzkirina dirûşman meşa xwe li kolanan didomîne.
FRANSA
Nice
Li bajarê Niceyê hezaran welatî bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava meşeke girseyî li dar xist. Meşvan alên YPGê, YPJê rakirin, pankarên piştgiriyê didin berxwedana Rojava vekirin û bi dirûşman meşiyan. Di çalakiyan de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz kirin. Meş didome.
Lyon
Li Lyonê bi hezaran Kurd û dostên wan bi alên Rojava, YPGê û YPJê ve meş li dar xistin. Meşa ku jin pêşentiya wê dikin wek kortej li kolanên Liyonê berdewam dike. Di meşê de dirûşmên piştgiriyê didin berxwedana Rojava tên berzkirin.
Lorient
Li bajarê Lorienttê bi tevlibûna hezaran welatî bi alên xwe ve meş li dar xistin. Welatî bi coşeke mezin alên YPG, YPJê rakirin û di kolanên Lorîtentê bi dirûşmên piştgiriyê didin berxwedana Rojava meşa xwe didomînin. Çalakiya meşvanan didome.
SWÊD
Oslo
Li bajarê Osloyê bi tevlibûna deh hezaran kesî meş hat li darxistin. Girseya bi coşeke mezin û berzkirina dirûşman meş li dar xistiye li qada bajêr kom bûn. Li qadên bajêr dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” olan didin.
AVUSTURYA
Viyana
Li bajarê Viyanayê hezaran welatî bi pankartên piştgirî didin Rojava û berzkirina dirûşmên “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e”. meş li dar xistin. Girse alên YPGê û YPJê rakirin û bi coşeke mezin li cadeyên Viyanê dirûşman berz dikin.
Lînz
Li deh hezaran Kurd û dostên wan bi meşeke girseyî berxwedana Rojava silav kirin. Meşvan di çalakiyê de dirûşmên “Ji bo Rojava Statu”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Meşa girseyî bi tevlibûna welatiyan her ku diçe bêhtir hejmareke mezin didome.
KIBRIS
Limasol
Hezaran Kurd û dostên xwe li Cadeya Lîmasol ya Kibristê hatin ba hev û mitîngek li dar xistin. Mitîng bi rêzgirtina li gel merşa “Ey Reqîp” dest pê kir. Di çalakiyê de gelek caran “Terorîst Colanî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.
HOLANDA
Gronningen
Sedan Kurd ji bo êrişên ser rojava yên HTŞê û Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê şermezar bikin li bajarê Gronîngen ê Holandayê hatin cem hev. Girse li qadan “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Free Free Kurdistan”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.













