Şirnex – Li Çiyayê Gabarê ku li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin dîmenê nû hat ber destê me. Di dîmen de jî xuya dike ku her derê çiya hatiye kolandin û dûman hildikişe. Hirçek li wir maye ji ber wêraniyê direve û bi hezaran dar hatine birîn.
Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ji sala 2022yan vir ve ji aliyê Şîrketa Hevkariyê ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa Turkish Petroleum International Company (TPIC) ve li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin. Çiyayê Gabarê ku gelek gund û herêmên wê ji çûnehata welatiyan re hatiye qedexekirin ji aliyê cerdevan û leşkeran ve bênavber dar tên birîn û ji aliyê şîrketan ve jî bi dînamîtan xwezaya wê tê talankirin. Ji ber teqandina dînamît û birîna daran gelek sewalên biyanî ku çiya warê wan bû bêwar dimînin. Wêraniya li Çiyayê Gabarê tê kirin di dîmenek nû hat ber destê me de jî bi awayekî eşkere talana xwezayê radixe berçavan.
Dewlemendiya Gabarê xelas dikin
Li Çiyayê Gabarê ji roja lêgerîna petrolê dest pê kiriyê heta niha ji ber vekirina bîrên petrolê, rê û kuleyên ewlehiyê bi hezaran dar hatine birîn. Çiyayê Gabar ku xwedî florayeke dewelemend e û bi daristan e. Ev flora û daristan ji ber birîna daran ber bi çolbûnê ve diçe. Her wiha Çiyayê Gabarê di heman demê de warê pezkovî, gur, hirç, kergî, kew û gelek rawir û sewalan e. Lê bi destpêkirina xebata petrolê re habîtata çiya jî xera bû û sewal û rawir jî bê war dimînin. Ji ber xebatên petrolê dînamît tên teqandin û ew dînamît jî dibe sedema erozyona axê û qirêjbûna avê. Ji ber qirêjiya avê gelek gundên li nêzî Gabarê bê av man e.
Dîmenê nû yê weraniyê
Welatiyekî/e bi telefona xwe dîmenên rewşa dawî ya wêrankirina Çiyayê Gabarê tomar kir. Di dîmenê hatiye ber destê me de xuya dike ku hirçek ji ber wêraniyê cih jê re nemaye û ji wê deverê direve. Li Gabarê piştî lêgerîna petrolê gelek cureyên sewalan cihê xwe guherandin û pirr kêm sewal li wir man e. Her wiha bi awayekî eşkere di dîmen de xuya dike ku her derê çiya bi sondaj û bîrên petrolê hatiye wêrankirin û gelek cih hatine kolandin. Cihên hatiyê kolandin di nav dûmana axê de maye û dûman radibe. Ji aliyê din ve bi hezaran darên hatine birîn li kêleka rê dane ser hev. Ji aliyekî ve birîna daran ji aliyê din ve jî kolandina her derê çiya di dîmen de jî bi awayekî zelal xuya dike.