Şirnex – Li Cizîrê bi şîara, ‘Bi civaka demokratîk ber bi vejîna ji nû ve’ 47emîn salvegera damezirîna PKKê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Bi saya PKKê îro gelê me pêşkêşiya herêmê dike.”
Li Eywana Ohan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê 47emîn damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şîara, ‘Bi civaka demokratîk ber bi vejîna ji nû ve’ hat pîrozkirin. Rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên demokratîk û gelek welatî tev li bernameya pîrozbahiyê bûn. Bername bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
‘PKK partiya şehîdan e’
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Cizîrê Bager Aşkin anî ziman ku PKKê bi berdelên mezin heya roja me hat û wiha axivî: “PKK partiya şehîdan e. PKKê gelê Kurd ji taritiyê derxist ronahiyê. Bi saya PKKê îro gelê me pêşkêşiya herêmê dike. Em damizîrîna PKKê li hemû şehîdan, li Serok Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”
‘Dîroka PKKê dîroka gelê Kurd e’
Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû jî diyar kir ku dîroka PKKê tenê ne dîroka partiyekê ye û ev tişt gotin: Ev dîrok, dîroka gelê Kurd e û em 47emîn salvegera damezirîna PKKê li hemû gelê Kurd û gelên bindest pîroz dikin.”
Bernameya pîrozkirina damezrandina PKKê bi nîşandana sînevîzyon, xwendina helbestan, gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.











