Li paytextê Newrozê li Cizîrê gel bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiyê kir. Têketina qada Newrozê ya welatiyan dest pê kir.
Li payteştê Newrozê navçeya Cizîrê ya Şirnexê dê îro pîrozbahiya Cejna Newrozê bê lidarxistin. Niha li bjar baran dibare lê tevî vê jî ciwan û jin berê xwe didin qada Newrozê. Ciwan û jinên hatin ber qadê, di têketina qadê de li ber baranê govend gerand. Piştî destûra têketina qadê hat dayin, welatî bi tililî û dirûşman derbasî qadê bûn.

















