• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    ‘Tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne’

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Li Amedê Cema Miheremê pêk hat: Cem meclîsa yekitiya civakî û heqîqetê ye

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Keskîn Bayindir li Qelqelî û Seravê bû: Şewitandina çekan bangawaziya edalet û demokrasiyê ye

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

    Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên ku tev li Newroza Amedê bûn: Em dixwazin Serok Apo azad bibe

Abdullah Esen / AW

22 ADAR 2026 - 10:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayikên ku tev li pîrozbahiya Newroza Amedê ya dîrokî bûn xwestin Newroz bibe wesîleya aştiyeke mayînde û wiha gotin: “Newroz ji bo me azadî û serkeftine. Em dixwazin Serok Apo û hemû girtiyên di zindanan de dîl têne girtin azad bibin.”

Her sal li gelek tax, gund, bajarok û navçe û bajarên Kurdistanê Newroz têne pîrozkirin. Bi rojane ku li gelek deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” agirê Newrozê tê vêxistin. Yek ji van bajarên jî Amed bû, li Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Dayikên Aştiyê yên ku li qada Newrozê amade bûn anîn ziman ku ew bi hatine Newrozê û bi destpêkirina pêvajoyê gelek hêvîdar in û wiha gotin: “Em ketine pêvajoyeke xweş, em hêvî dikin em ê bi ser bikevin.”

Dayîka bi navê Zekiye Yilmaz diyar kir ku ew bi hatina Newrozê gelek kêfxweş in û wiha axivî: “Beriya her tiştî em Newroza Rêber Apo û ya Kurdistanê pîroz dikin. Em bawerin dê sala 2026an bibe azadiya girtiyan. Newroza îsal Newrozeke cuda ye. Em azadiya Serokê xwe û hemû girtiyên ku di zindanan de dîl têne girtin dixwazin. Bi salan e em weke gelê Amedê têne vê qadê bi hev re Newroza xwe pîroz dikin. Ji aliyê aştiyê ve çi ji destê me hatiye me ji aliyê xwe ve kiriye. Dema ku ji aliyê dewletê ve hin gav bêne avêtin dê gelek tişt çareser bibin.”

‘Em ketine pêvajoyeke xweş’

Dayîka bi navê Selwa Taş jî anî ziman ku ew her sal bi serkeftî Newroza xwe pîroz dikin û got: “Em cejna hemû gelê xwe ya Newroza azadiyê pîroz dikin, Newroz azadî ye, Newroz serkeftin e. Em sal bi sal di Newrozên xwe de ber bi azadiyê ve diçin. Em ê îsal ji her salê bêhtir agirê Newrozê bilindtir bikin. Pêşketin, serkeftin a me ye. Em ketine pêvajoyeke xweş, em hêvî dikin em ê bi ser bikevin.”

‘Serokatî ji bo me ronahiyek daye avakirin’

Dayîka bi navê Sebîha Polat jî ya diyar kir ku ew her sal li qadên Newrozê ne, anî ziman ku ew bi hatina pêvajoyê re gelek kêf xweş in û got: “Me gelek Newroz dîtine û me gelek caran Newroz pîroz kirine. Lê me ew qas zor û zehmetî jî kişandine. Lê dîsa jî gel heman gel e. Gel her tim Newroz bi kelecanî pêşwazî kiriye. Me dîtiye nedîtiye ku em Newrozan li van qadan pîroz dikin. Di heman demê de jî ev bangeke Serokatiyê ye jî, ji ber ku di demên wiha de gelek caran Serokatiyê bangên girîng kiriye û dike. Niha jî Serokatî ji bo me ronahiyek daye avakirin. Dilê me gelek xweş e. Em hêvî dikin aştî, aramî û wekheviyekî bê vî welatî. Hêviya me ew e ku kesên li serê çiya şer dikin û kesên di zindanan dîl têne girtin rojek bigihin malbatên xwe. Bi vê yekê re em dixwazin ku Serok Apo jî rojek beriya rojekî bigihe azadiya xwe ya fizîkî. Înşelah em hemû bi hev re bibînin ku her çar aliyên Kurdistanê bigihin azadiya xwe. Bijî serhildan û bijî Newroz.”

Dayîka bi navê Perîzade Aslan jî ev tişt gotin: “Newroz ji bo me azadî û serkeftin e û ji bo gelê Kurd serhildan e. Ji roja ewil heta roja me ya îro Newroz hebûna Kurdistanê ye. Her wiha azadiya ciwanên Kurdistanê ye.”

‘Em dixwazin hemû girtî bêne berdan’

Fatma Temûr jî bi lêv kir ku ew Newroza îsal li hemû Kurdistanê pîroz dikin û wiha got: “Em Newrozê li Bakur, Başûr, Rojhilat û li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyeke mayînde. Em dixwazin bi vê Newrozê re her tişt çareser bibe û her kes bigihe armanca xwe ya azadiyê. Em dixwazin hemû girtî bêne berdan. Her wiha em Newroza Serok Apo û gerîlayên serê çiya jî pîroz dikin. Em serkeftinê dixwazin û bejna xwe li ber hemûyan ditewînim.”

‘Newroz ji bo me azadî û wekhevî ye’

Dayîka Sûltan Akçat ku ji Stenbolê tev li Newroza Amedê bûye jî da zanîn ku ji bo Newrozê hatiye Amedê û wiha got: “Newroz ji bo me azadî ye, wekhevî ye. Bi xwîna şehîdan hatiye avakirin ji ber wê yekê ji bo me pir pîroz e. Ez jî xwişka şehîda me. Ji ber wê li Amedê me. Dinya me guhdarî dike. Ji ber wê min xwest li Amedê bibin.”

‘Em dixwazin deriyê zindanan vebe’

Dayîka bi navê Fatma Onen jî wiha got: “Newroz ji bo aştiyê ye. Em dixwazin deriyê zindanan vebe û kesên derve li me vegerin. Newroza şehîdan, gerilayên serê çiyan û hefs û zindanan pîroz dikin.”

Etîket: NewrozNewroza AmedêNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    Li Xelfetî û Hewagê projeya GESê: Dixwazin gundan bêmirov bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyeke mayînde divê Rêber Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (668)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne