Di mitînga 8ê Adarê ya li Dêrsimê de jinan bal kişandin ser banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Em jin bingeha aştiyê ne.”
Li Dêrsimê jin di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Hunerê hatin cem hev. Di pêşengiya Platforma Jinan a Dêrsimê de jin heta Qada Seyîd Riza ya ku m,tîng lê hat lidarxistin meşiyan. Di meşê de pankarta “Em li dijî şer, bê ewlehî, tundiyê li qadan e” hat vekirin.
Jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn pankartên bi nivîsên “Dem dema rakirina perdeyan, şikandina zincîran û ber bi rojê ve bimeşe ye”, “Li dijî şer bijî aştî”, “Est bime, estîme mao est bibime!”, “Serhildana jinan wê cîhanê bihejîne”, “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Gulistan Doku li ku ye?”, “Em li Dêrsimê qeyûm naxwazin”, “Jin jiyan azadî”, “Qeyûm biçe, Dêrsim ya me ye” hatin berzkirin. Jin bi coşeke mezin hatin Qada Seyîd Riza û li vir govend gerandin.
Endama Platformê Serpîl Argîn li ser navê Platforma Jinan a Dêrsimê metna hevpar xwend û got: “Em jî îsal 8’ê Adarê di bin siya xizanî, bêîstîqrarî, tundiya desthilatdariyên rastgir, kevneperest û paşverû yên îro de pîroz dikin; Bi serhildan û hêrsa me ya li dijî kapîtalîzma nîjadperest, baviksalarî, şer û axaftinên nefretê yên ku zêdetir qeyranan tînin, em li qadan in da ku mîrateya ku me ji paşerojê wergirtiye bilind bikin û bigihînin pêşerojê.”
‘Em qeyûman qebûl nakin’
Serpîl Argîn bertek nîşanî pêkanînên qeyûman da û got: “Vîna me ji aliyê qeyûman ve tê tunekirin. Weke jin, em qeyûmên ku ji bo şaredariyên me yên hilbijartî hatine tayînkirin qebûl nakin, di heman demê de wekheviya zayendî ya di temsîliyetê de û nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya ku pêdiviyên jinan pêk tîne, diparêzin.”
Bîrsen Orhan: Em ji we natirsin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” derket ser dikê. Bîrsen Orhan ku girtiyên jin û jinên ku bi şikandina barîkatan têkoşîna xwe didomînin silav kir û wiha got: “Me bigirin û di zindanan de birizin jî, em ji we natirsin, em li vir in, li van qadan, em bi hemû jinan re dengê xwe bilind dikin. Em li her derê, li malê, li dibistanê, li kolanan bi tundiya zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rû ne.Ha niha em aqûbeta Gulîstan Doku dipirsin, niha jî em hatine aqûbeta Narîn Gûran û Rojînan bipirsin.”
Bîrsen Orhan bal kişand ser qetlîamên li ser jinan û polîtîkayên bêcezakirinê û wiha axivî: “Yên ku têkoşîna jinê dimeşînin digrin. Di aştiyê de serketî û windakar tune ne. Em jin di avakirina aştiyê de kevirê bingehîn in. “Em li dijî kîn û nefretê dibêjin aştî.”
Ayten Kordu: Em serî natewînin
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu jî 8’ê Adarê û bi berxwedana li New Yorkê hat dayîn bi bîr xist, Sakîne Cansizlarî û Aysel Dogan bi bîr anî û got, “Ev pergal baviksalar e, ev zîhniyet li ser jin û kedkaran li vê erdnîgariyê polîtîkaya çewisandinê dimeşîne. Weke jinên vê erdnîgariyê me hemûyan para xwe ji vê zilmê girtiye û têkoşîn didome.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Ayten Kordu bertek nîşanî hêzên navneteweyî yên li hemberî komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê bêdeng man da û got: “Em weke jinên Kizilbaş em ê li dijî zilma we dengê xwe bilind bikin. Em bang li Tirkiyeyê dikin, dest ji piştgiriya çeteyan berde. Gelê Sûriyê dixwaze komareke demokratîk ava bike. Ez qetlîamên li ser Elewiyan şermezar dikim. “Weke jinên Elewî em ê li dijî êrîşên li ser baweriyan û gel têkoşîna xwe bidomînin. ”
Mitîng li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş bi dawî bû.