Di encama operasyonên tevkujiya siyasî ya li hemberî ESP’ê de heta niha Serokê Giştî Mûrat Çepnî û rojnameger jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin.
Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê di seatên sibê de operasyonek tevkujiya siyasî pêk hat. Di encama operasyonê de di ser malên gelek kesan de hate girtin. Heta niha Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan E Etkîn (ETHA) jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Îhtîmal heye ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Kesên heta niha hatin binçavkirin wiha ne: Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, Fatoş Çelîk, Hacer Elçîn, Okan Danaci, rojnamegerên bi navên rojnameger Pinar Gayip, rojnameger Zûleyha Mûldûr, rojnameger Hasan Polat, rojnameger Mûslûm Koyun, Emre Altan, Cemîl Aksû, Hasan Hûseyîn Yeşîlova, Ahmet Bîlal Bay, Tanya Kara, Hîvda Selen, Ozlem Gûmûştaş, Meral Tatar, Ugur Ok, Emrah Topaloglu, Rûşar Sabûr, Yalçİn Demîr, Kanber Saygili, Fatma Saygili, Alî Haydar Saygili, Aynûr Ergûl, Satiye Ok, Berfîn Polat, Îlerî Devrîm Yurtsever, Beycan Karakaya, Aydin Kiliçdere, Hacı Çîçek, Mehmet Acettîn, Emîn Orhan, Şahîn Tûmûklû, Haticîce Endam Ozaslan, Esvet Şahîn, Hûseyîn Acer, Ayşe Yilmaz û Dîlan Ergul.
Derbarê sedema operasyonê de hêj agahiyek zelal nehatiye bi destxistin. Kesên tên binçav kirin dibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser kolana Wetanê.













