Rojnameger, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî, piştî hesabên X yên çapemeniya azad hatin girtin, ji bo hesabên nû bên şopandin kampanya dan destpêkirin.
Rojnameger, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên civakî piştî hesabên X (twitter) yên Ajansa Mezopotamya (MA), Rojnameya Yenî Yaşamê û JINNEWSê ku bi sed hezaran kesan dişopandin hatin girtin, kampanya piştevaniyê û xwedîderketinê dan destpêkirin. Nûnarn bi navên nû yên hesabên X yên wekî “ @JinNews_turkce , @yeniyasamnews ve @maturkce1” bi banga li dijî sansurê em li çapemeniya azad xwedî derkevin banga xwedîderketinê kirin. Di demek kurt de gelek kesan peyamên piştevaniyê parve kirin.