Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ragihandin ku di çarçoveya seferberiya neteweyî de ji bo parastina bajêr tabûreke leşkerî ava kirine.
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê îro daxuyaniyek da û ragihand ku wan ji bo parastina bajar û herêmê tabûnereke leşkerî ava kirine. Kesên di tabûrê de cih girtîn li ber avahiya Meclisa Dirbêsiyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endama Meclisê Hindiye Bekir daxuyanî da û anî ziman ku wan ji bo parastina xwe biryara avakirina tabûrek leşkerî daye. Bekir wiha axivî: “Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ragihandina seferberiya giştî, me wekî malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir. Emê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku em bigihîjin armancên wan. Emê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin bikin.”













