DEM Partî ya Êlihê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çileya 2026an de bê lidarxistin daxuyanî da û banga tevlîbûna mitîngê li her kesî kir.
Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) a Êlihê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bê lidarxistin de daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku tevlî mitîngê bibin û wiha hat gotin: “Ji bo em wekhevî, edalet û jiyanek bi rûmet biparêzin em ê li kolanan bin. Em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku hêviyê xurt bikin û bi hev re têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em ê jî bi hemû hêza xwe li qada mitîngê cihê xwe bigirin. Em bi hev re bihêz in, em ê bi hev re bi ser bikevin.














