Li Gundê Mêrkitik ê navçeya Elkê ya Şirnexê dema maşîneya kar rê vedikir, ji çiye aşût hat xwar û maşîna kar di bin aşûtê de ma.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber berf zêde bariya, gelek rêyên gundan hatin girtin. Piştî rê hatin girtin, li herêma Lîsê Teyri ya li Gundê Mêrkitik yê navçeya Elkê ya Şirnexe dema maşîna kar rêya gund vedikir aşût ket û maşîna kar di bin aşûtê de ma. Operatorê kepçeyê Şehmus Cin jî tevî kepçeyê di bin aşûta berfê de ma. Piştî gundiyan agahî dan yekîneyen tenduristiyê, yekîneyên tenduristiyê bi hawariyê çûn. Piştî lêgerînê ajokarê kepçeyê Şehmûs Cîn bi birîndarî ji binê berfê derxistin. Ajokarê Kepçeyê Şehmûs Cîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Hat zanîn ku rewşa wî baş e.