DEM Partiyê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi banga, ‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku’ standa îmzeyan vekirin.
DEM Partiyê li navçeya Elkê ya Şirnex bi banga, ‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku’ stand vekirin. Gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn û heya avahiya postexaneyê meşiyan û diruşma, “Bijî aştî” berz kir. Li Hevserokê DEM Partiyê yê Elkê Xalid Ataman diyar kir ku wan ji ber aştiyek bi rûmet ev stand vekiriye.
Standa de mehekê vekirî bimîne
Li navçeya Silopya ya Şirnex jî standa ku li Kolana Hunerê hatiye vekirin rastî eleqeyek gelek mezin tê. Stand her roj sere sibê saet 09.00an heya saet 18.00an tê vekirin.