MATUHAYDER û ANYAKAY-DER li navçeyên Esenyurt û Sancaktepeyê bi tevlîbûna Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş bernameyên fitarê hatin lidarxistin.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Eywana Dawetê ya Toyê bi tevlibûna Çetîn Arkaş, li Sancaktepeyê Eywana Dawetê ya VÎP Karacayê jî bi tevlibûna Veysî Aktaş bernameypn fitarê hatin lidarxistin.
Li Esenyurtê di eywana bernameyê de pankarta “Şehîd û girtiyên azadiyê rûmeta me ne” hat vekirin. Dema Çetîn Arkaş ket eywanê gel bi girseyî wî pêşwazî kir.
Bername ji bo cangoriyên Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Çetîn Arkaş axivî.
Piştî axaftina Çetîn Arkaş xwarin hate xwarin.
Paşê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Arîfe Çinar axivî û gel vexwend mitînga 8ê Adarê ya sibe û got: “Em di pêvajoyekî girîng de derbas dibin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir îro gihîştiye asta duyemîn. Dive em ji bo pêvajoyê bixebitin.”














