Kurd û dostên Kurdan li gelek bajarên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrişên ser Rojavayê meş û çalakiyan li dar xistin.
Li bajarê Lahey (Den Haag) ê Hollandayê, bi sedan Kurdistanî nîvê şevê li ber Konsolosxaneya DYE’yê li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Girseya gel piştî çalakiya ji balyozxaneyê ber bi Parlamenta Laheyê ve meşiya. Çalakiya li ber parlamentê heta serê sibehê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta êrişên li ser gelê Kurd nesekinin wê li qadan bin.
Hate ragihandin ku çalakiyên şev dest pê kirine di nava rojê de jî berdewam bikin.
Nantes
Li bajarê Nantes ê Fransayê, êrişên li ser Rojava bi meşeke girseyî hate şermezarkrin. Meşê ji Qada Place du Commerce dest pê kiriye û heta Place Royale berdewam kir. Bi sedan kes tev li meşê bûn û êriş şermezar kirin.
Bochum
Li bajarê Bochum ê Almanyayê jî Kurd û dostên wan li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞê û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de banga tevlibûna çalakiyan hate kirin.
Saarbrucken
Li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê li dijî êrişên ser Rojavayê mitîngek hat lidarxistin. Înîsiyatîfa Ciwanan û Meclisa Herêmê li pêşiya Europagalerie miltînê li dar xistin û têkilarî êrişên ser Rojavayê peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Mitîng bi dirûşmên “Biji YPG, YPJ” ve “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bûn.













