Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê meşên 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê hate lidarxistin. Piştî meşan metna hevpar hate xwendin û di daxuyaniyê de hate gotin ku Rojava bi manîfestoya azadiyê ya Abdullah Ocalan hatiye hûnandin û ji gel hate xwestin bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwedî li Rojava bê derketin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê meş û çalakî bên lidarxistin. Piştî meşên bên lidarxistin li hemû bajaran dê metna daxuyaniyê ya hevpar were xwendin.
Metna hevpar a bi sernavê, “Bi ruhê yekitiya neteweyî ya demokratîk, em 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê silav dikin” hate xwendin bi vî rengî ye:
“Îro, em ne tenê roja ku çarenûsa erdnîgariyekê lê guherî; em pêvajoyekê ku tê de Rêya Sêyemîn a bi vîna xwerêveberiya demokratîk a gelan di tariya Rojhilata Navîn de şîn bûye û ji bo hemû cîhanê bûye hêvî silav dikin.
Rojava manifestoya azadiyê ye
Li dijî dorpêça netew-dewlet a modernîteya kapîtalîst, li Rojava ramana Rêber Abdullah Ocalan a felsefeya modernîteya demokratîk ku salan e kêlî bi kêlî tê honandin şênber bûye û bûye bersiv û alternarîfa herî bi hêz a li dijî hişmendiya dagirkeriyê ye. Vîna ku li Rojava derketiye holê; li dijî yekperestiyê pirengiyê, li dijî zextê jî peymana civakî ya nû ya ku hevjiyana azad û wekhev esas digire, temsîl dike.
Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî aniye ziman, ‘Rojava ne tenê ya gelekî ye; manîfestoya azadiyê ya gelan, baweriyan û bi taybetî ya jinan e’. Tovên ku di 19ê Tîrmeha 2012an de hatin çandin, îro bi ruhê piştevaniya gerdûnî ya 1ê Sibatê re bûn yek û nîşan dan ku li dijî pergalên navendperest û desthilatdar, alternatîfeke demokratîk pêkan e.
Lêgerîna statuya gelê Kurd dikin hedef
Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, ne tenê îfadeya hebûna gelekî ye ku dihat xwestin bê statü bê hiştin; di heman demê de pêvajoyeke ronahîbûnê ye ku xwe dispêre hêza cewherî û tê de paradîgmaya azadîxwaziya jinan civakî bûye. Ev ezmûna ku li Rojava şênber bûye, li dijî parçekirinê, girîngî û pêdiviya yekîtiya neteweyî ya demokratîk jî bi awayekî herî zelal nîşan dide.
Lê belê îro, netewe-dewlet bi planên qirêj û tifaqên tarî, li dijî destkeftiyên Rojava pêvajoyeke nû ya komployê xistine meriyetê. Bêguman; ev pêvajoya ku bi destê çeteyên wekî DAIŞ û HTŞê yên dijminê mirovahiyê tê meşandin, di kesayetiya Rojava de daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan û bi taybetî jî lêgerîna statuyê ya gelê Kurd dike hedef.
Ji ber vê yekê, parastina vîna li Rojava derketiye holê û parastina destkeftiyên wê, ne tenê peywîreke piştevaniyê ye; ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê berpirsiyariyeke dîrokî û civakî ye. Ev helwest, di heman demê de li erdnîgariyeke ku şer û qeyran lê tê kûrkirin, îfadeya biryardariya avakirina aştiyê û pêşerojeke demokratîk e.
Em sînorên çêkirî derbas bikin
Divê em ji bîr nekin ku; paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê di wê yekê de ye ku civakên bi sînorên destçêkirî ji hev hatine qutkirin, bi ruhekî hevpar li ser bingeha hişmendiya ‘neteweya demokratîk’ werin ba hev. Ji bo vê yekê, yekîtiya neteweyî ya demokratîk ne tenê armancek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye.
Em, bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk, sînorên çêkirî yên ku siyaseta mêtingehkar ferz dike derbas dikin û vê berxwedana birûmet a ku vîna jiyana hevpar, azad û wekhev a gelan diparêze, silav dikin; em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku vê mîrasa gerdûnî biparêzin û mezin bikin.
Rêya Sêyemîn
Meşaleya azadiyê ya ku li Rojava geş bûye, bi stratejiya Rêya Sêyemîn a Rêber Abdullah Ocalan re dibe yek û dê nîşandana rêya jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelên herêmê bidomîne.
Bi vê bawerî û biryardariyê, em 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin.
Bijî Berxwedana Rojava! Bijî Yekîtiya Netewî ya Demokratîk.”













