Amed – Li çoltera gundê Xaçekê yê navçeya Pîran a Amedê şewat derket. Hate diyarkirin ku ji ber bayê zêde şewat her ku diçe belav dibe.
Li çoltera gundê Xaçekê yê navçeyê Pîran a Amedê dora danê nîvro şewat derket. Sedemê derketina şewatê nehate zanîn. Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Pîranê Mûhammed Bîrkan ku niha li herêma şewat lê derketiye ye diyar kir ku ji ber bayê zêde şewat her diçe berfirehtir dibe û da zanîn ku rêveberên DEM Partiyê yên Pîranê, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amede yên ku rê çêdikin û şêniyên gund mudaxileyî şewatê dikin. Mûhammed Bîrkan xwest ku tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Pîranê û şaredariyên derdorê şewatê vemirînin.