Şewata ku li gundên navçeya Şemrexê derket, ji ber bayê li herêmê belav bû.
Li daristana di navbera gundên Şebê û Melebîkê yên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewat derket. Gundiyan bi derfetên xwe mudaxile kirin. Piştî agahdarkirinê, komên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Ji ber bayê şewat ber bi devera gundê Deşanê ve belav bû.
Ji bejahiyê ve midaxileyê şewatê tê kirin.