Li bajarê Hannover bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê meşe hate li darxistin û êrişên Hikûmeta Demkî hatin şermezarkirin.
Li bajarê Hannover ê Almanayayê li ser banga saziyên Kurdan û derdorên demokratîk meş hate lidarxistin. Girseya ku li navenda bajêr hate ba hev, li dijî polîtîkayên ku îradeya rêveberiya xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, dest bi meşê kir. Di tevahiya meşa pankartên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin hatin vekirin de, sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kurdistanê” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Peyama domandina têkoşînê
Hate destnîşankirin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd, bi rengên cuda hatine domandin. Helwesta hêzên navneteweyî ya di vê pêvajoyê de jî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hate diyarkirin ku biryardariya ji bo xwedî derketina li destkeftiyên gelê Kurd didome. Çalakvanan destnîşan kir ku gelê Kurd wê dest ji daxwaza azadî û çareseriya demokratîk bernede û wê têkoşînê heta misogerkirina destkeftiyan bidomîne.













