Li dijî êrişên çeteyên HTŞê li ser herêmên kantonên Cizîrê û Firatê, gel û hêzên leşkerî û yên ewlekariyê li bajarê Hesekê di nava rewşa seferberî û berxwedanê de ne.
Piştî banga berxwedanê ya Rêveberiya Xweser a Rojava, xelkê Hesekê daketin kolan û meydanan û amadebûna xwe ya ji bo parastina bajarê xwe nîşan dan. Ev tevgera gel tenê li Hesekê sînordar nebû, li gelek bajaran belav bûye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û gundên kantonên Cizîrê û Firatê ji bo piştgiriya hêzên HSD û YPJê xwepêşandan kirin û hevgirtina xwe bi hêzên çekdar re anîn ziman.
Nûçegihanên ANHAyê li tax û kolanên bajêr geriyan û rewşa dawî ragihandin. Li gorî agahiyan bajarê Hesekê di rewşek asayî û ewlehiyê de ye, û şênî bi karên xwe yên rojane mijûl dibin. Hêzên HSDê û YPJê li eniyên pêş parastina gel dikin.
Xizmezguzarî berdewam e
Li gorî nûçeyê, di warê xizmetên giştî de; nanpêjxane bi rêkûpêk dixebitin da ku hewcedariyên şêniyan bicîh bînin û dikanên xwarinê hatine vekirin. Di warê tenduristiyê de jî karmendên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Gel karê xwe didomînin, û dermanxane ji bo peydakirina hewcedariyên bijîşkî vekirî dimînin.













