Kesên ku di serhildanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin bi awayekî girseyî tên definkirin.
Serhildanên ku di 28ê kanûna 2025an de li Îranê ku bi daxwaza başkirina rewşa aboriyê dest pê kirin û veguherin daxwazên azadiyê li dijî rejîmê, berdewam dikin. Êrişên hêzên rejîmê jî li dijî xwepêşanderan didomin. Di derheqê kuştiyan de idiayên cuda hene. Li aliyê din malbatên ku cenazeyên xizmên xwe teslîm digirin bi merasîmên girseyî defin dikin. Di dîmeneke ku li ser platforma medyaya dîjîtal Xê htiye parvekirin de dixuye ku cenaze bi girseyeke mezin tên definkirin. Di merasîma definkirina cenazeyan de gel hêrsa xwe ya li hemberî rejîmê nîşan dide.
Daneyên saziyên mafên mirovan
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) a herî dawî, hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin gihîştiye 2,677 kesan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO a ku navenda wê li Norwêcê ye, diyar dike ku hejmara miriyan herî kêm 3,428 e û ev hejmar tenê kesên ku nasnameyên wan hatine piştrastkirin digire nav xwe.













