Pispora evlehiya navdewletî û siyaseta derve Şukriya Bradost serhildanên gel ên li Îranê nirxand û diyar kir ku êdî baweriya gel bi hikûmetê û dewletê tune û got: “Li welatekî ku salê ji 60 milyon dolarî 50 milyon dolar bê dizîn, nîşan dide ku nelirêtî di çi astê de ye.”
Li Îranê serhildana gelan ji 28ê kanûna 2025an ve didome. 8ê çileyê, li seranserî Îranê esnafan dikan girtin. Şeva 9ê çileyê beşdariya gel derket asta herî jor û li gorî agahiyên ji rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çalakî li 111 bajaran belav bûn. Xwepêşandanên ku li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirine, dewam dikin. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl didin dawî li xwepêşandanan bînin. Di nav 2 hefteyan de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine kuştin. Tevî ku rejîma Îranê bi tundî êrişî xwepêşandêran dike jî, li dijî êrîşan her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Gel êdî li qadan in
Pispora evlehiya navdewletî û siyaseta derve Şukriya Bradost bal kişand ser armanca çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Girîngiya van xwepêşandanan ewe ku li qadan dest pê kiriye. Ji ber ku hemû bazara Tahranê di destê hikûmetê de ye. Heta niha hemû bazara Îrane girêdayî hikûmetê bû. Hemû bazar di kontrola hikûmeta Îranê de bû. Di bin kontrola leşkerên Îranê de bû. Di van xwepêşandanan de tê dîtin ku hemû têkiliya gel a bi hikûmetê û Komara Îslamê ya Îranê re hatiye qutkirin.”
Baweriya gel ji dewletê nemaye
Şukriya Bradost pirsa çima bazar radibe ser piyan, pirsî û got: “Ji ber ku êdî baweriya bazarê û gel bi hikûmetê tune ku qeyrana aborî çareser bike. Êdî heviya gel ji hikûmetê nemaye. Eger hevîya gel ji hûmetê û Komara Îslamê ya Îranê hebûya, dê gel li kolan û bazaran ranebûyaser piyan. Derketina kolanan a gel nîşan dide ku êdî hikûmet û Komara Îslamê nikare ji pirsgirêka qeyrana aborî re bibe bersîv. Qeyrana aborî heye û sedema van serhildanan qeyrana aborî ye.”
Şukriya Bradost li ser sedema qeyrana aborî jî rawestiya û got: “Qeyrana aborî heye. Sedema qeyrana aboriyê pergala navxweyî ya navendî ye. Li gorî amar û daneyên ku Serokwezîrê niha parve kirine ji 12 milyon dolarên ku di sala 2025an de ji bo xwarin û dermanan veqetandibû, jê 8 milyon dolar pere hatiye dizîn. Li gorî dane û amaran, salê 50 milyon dolar tê dizîn. Li welatekî ku salê ji 60 milyonî 50 milyon dolar bê dizîn, nîşan dide ku li wî welatî nelirêtî û bêedaletî çiqas zêde ye. Ew welat nikare di aboriyê de reformê çêke. Ya din jî dorpêç û ambargoya aborî ye. Ji ber ambargoya aborî di nava welat de qeyrana aborî derdikevie pêş. Ji ber ku Rejîma Îranê piştgiya komên îslamî yên li Rojhilata Navîn dike, li ser wê ambargo heye. Di aliyê aborî de li Îranê yek kes biryarê dide.”

Gel êdî Komara Îslamî naxwaze
Şukriya Bradost li ser belavbûna çalakiyan a li qadan jî rawestiya û wiha axivî: “Em li çalakiyan dinerin, em dibînin ku çalakî gihiştine zanîngehan û saziyên sivîl. Xwe gihandiye hemû saziyên siyasî, civakî û qadên din. Di aliyê siyasî de gel li kolanan bi dengekî bilind dibêjin ‘Em komara îslami ya îranê naxwazin. Em pergala wan û kesên li ser pergalê naxazin. Di navbera hêzên siyasî de jî dubendî heye. Partiyên siyasî nikarin bêyî emrê Welî Feqî Xameney bidin. Ev dibe sedema qeyranê. Ev di aliyê aborî û siyasî de rê digiri. Ev bi xwe re qeyrana ewlehiyê pêş dixe.”
Rejîm bi her awayî têk diçe
Şukriya Bradost bal kişand ser siberoja Îranê û ev agahî parve kir: “Êrîşa 12 rojan a Îsraîlê ya li ser Îranê û kuştina fermandarê artêşê yê Îranê encama van qeyranan e. Di aliyê leşkerî û siyasî de rûxandinek heye. Piştî vê êrîşa îsraîlê ya li dijî Îranê, di aliyê siyasî û leşkerî de hîn nehatine ser hêza xwe. Niha di nava xwe de rûxandinek siyasî, leşkerî û aborî dijî. Rejîma îranê dizane ku dê Îsraîl dîsa êrîşî wê bike. Lê nizane ku ew piştî êrîşê bersîv bide an jî berî êrîşê, bersîv bide baştir e an na. Îran di navbera man û nemanê de maye. Bersîvê bide jî dê têk biçe, nede jî dê têk biçe. Rêyên aborî, siyasî û leşkerî yên Komara Îranê hatine girtin û tu rê li pêş wê nemane. Ji ber van sedeman çalakiyên gel li kolanan pêş dikevin. Ev nîşan dide tu dewleta Îranê ber bi guhertineke mezin ve diçe.”











