Li Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyê, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava û Suriyeyê nobeda wijdanê hate destpêkirin. Di nobedê de Dayika Aştiyê diyar kir ku Hakan Fîdan pêşengiyê ji şer re dike.
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê, li avahiya Nûnertiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) ya taxa Konak a Çîmentepeyê, ji bo protestokirina erişên çeteyên HTŞ û SMOyê dest bi nobeda wijdanê kir. Gelek kes tevlî nobedê bûn û fikrên xwe yên derbarê êrişan de bi hev re parvekirin.
‘Hakan Fîdan pêşengiya ji şer re dike’
Li nobedê Dayika Aştiyê êrişên li ser Rojava û Suriyeyê şermezar kir û got: “Rojava tune bibe, em ê jî tune bibin. Pêşengê şerê li Sûriye û Rojava Hakan Fîdan e. Em baş dizanin ku Hakan Fîdan tim bi çeteyan re di nava têkiliyê de ye, nexasim bi Colanî re. Hemû dewletên dinyayê li hemberî Kurdan bûne yek û bi yek bayê erişê dibin ser Kurdan. Ti zirarê Hêzên Asayîşa Helebê negihîştiye tu kesî, wan bi tenê xwest taxên xwe li hemberî çeteyan biparêzin. Eger ne ji Hêzên Asayişê bûna, tiştên ku mixabin anîn serê Durzî û Elewiyan wê bihata serê Kurdan jî.”













