Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê meşiyan.
Bi deh hezaran kes ku xwendekar, nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî di nav de bûn li Kobanê li hev civiyan.
Girseya gel ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir û alên HSDê, YPJê, wêneyên qurbaniyên Bendava Tişrînê hildan û dirûşmên “Bijî Berxwedana QSDê”, “Berxwedan Jiyan e” û “Na ji êrişên dagirkeriyê re” berz kirin.
Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter şermezar kir.
‘Êrişên we bi vîna me nikarin’
Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk êrişên hovane li Bendava Tişrînê dike û got: “Em berxwedana Bendava Tişrînê ya li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, heta kêliya xwe ya dawiyê. Em ji êrişên dagirkeriyê tu carî natirsin. Êrişên we bi hêz û vîna me nikarin. Şervanên me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”
Sara Xelîl destnîşan kir ku heke yek ji wan jî bimîne wê li pişt şervanên xwe bisekinin û wiha got: “Eger ku yek ji me hebe em ê li pişta şervanên xwe bin û em ê li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirer serî hildin. Bi berxwedana xwe em ê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê têk bibin û bendava xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirek biparêzin.”
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşma “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.