Xelkê Kantona Firatê êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya li navçeya Sirînê şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh ya li navçeya Sirînê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat û di encamê de 12 jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn, bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir, di meşê de alên YPJê û HSDê û wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hildan û bê navber dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana HSDê û YPJê”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.
‘Civata navneteweyî çima xwe bêdeng dike?’
Meşê heta Qada şehîd Egîd dewam kir, li vir deqeyek rêz hat girtin, piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Firatê Bekir Hec Îsa axivî û komkujiya ku duh li bajarê Sirînê pêk hat şermezar kir û wiha got: “Duh li bajarê Sirînê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li dijî welatiya komkujiya pêk anî. Ji bo ku em dagirkeriy têk bibin em ê bi yek destî li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ji civata nevdewletî pirs dikin çima xwe bêdeng kirin, êdî divê ji vê bêdengiya xwe derkevin.”
Welatiyê ji bajarê Sirînê Mihemd Receb Mistefa diyar kir ku komkujî li pey komkujiyê li dijî gelê Bakur û Rojilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên û wiha got: “Em van komkujiyên li ser gelê me pêk tên bi tundî şermezar dikin. Vaye duh careke din dewleta Tirk a dagirker kokujiyek pêk anî di encamê de 13 welatî birîndar bûn û 12 jî şehîd bûn.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî komkujiyê bi dawî bû.