Di salvegera 3yemîn a kampanyaya navneteweyî ya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statuya siyasî” de Kurd û dostên Kurdan ên Ewropayê bi rojan e amadekariya meş û mîtînga 8ê mijdarê ku li Kolnê pêk bê dikin.
Li bajarên Munîh û Kolnê yên Elmanyayê Kurdan û dotên Kurdan ên enternasyonalîst, ji bo meş û mîtînga li Kolnê ya 8ê Mijdarê banga tevlîbûnê kirin. Meclîsa Gel a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê û ciwanên Kurd, welatparêz û ciwanên Elman ên li Munîhê bang kirin. Nûneran li her du bajaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, banga “Em li Kolnê bicivin” kirin. Komê piştî daxuyanî dan, xwedî li banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” derketin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.













