Meclîsa Komara Portekîzê pêşniyara ji bo piştevaniya Rojava hatibû pêşkêşkirin di civîna giştî ya parlementoyê de hate pejirandin. Pêşniyar bi inîsiyatîfa endamên partiya LIVRE hate pêşkêşkirin wezîfede dide Hikumeta Portekîzê ku di aliyê dîplomatîk û siyasî de piştgiriya parastina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bike.
Li gelek welatên cîhanê piştgiriya siyasî û dîplomatîk a ji bo gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Meclîsa Komara Portekîzê pêşniyara ji bo piştevaniya Rojava hatibû pêşkêşkirin di civîna giştî ya parlementoyê de hate pejirandin. Di encama dengdanê de ji bilî hejmarek biçûk a bêaliyan piraniya parlementeran piştgirî dan pêşniyarê. Bêyî kesek dengê neyînî bide pêşniyar hate qebûl kirin û wesfa biryarê girt.
Portekîz dê li NY û Yekîtiya Ewropayê hewil bide
Di metna biryarê de hate xwestin ku rewşa mirovî ya li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji nêzîkî ve were şopandin û civaka navneteweyî berpirsiyariya xwe ji bo ewlehiya gelê Kurd bi cih bîne. Meclîsê ji hikûmeta Portekîzê xwest ku bi Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî re di nav hevrêziyê de çalakiyên dîplomatîk û mirovî bide destpêkirin.
Dê tawanên şer bên şopandin
Di pêşniyarê de hat diyarkirin ku ji bo pêkanîna agirbesteke mayînde û bi bandor, hewldanên dîplomatîk divê werin zêdekirin, her wiha ji bo şopandina tawanên mafên mirovan, mekanîzmayên çavdêriya navneteweyî werin destek û teşwîkkirin. Di metnê de bi taybetî li parastina sivîlan, jinan, zarokan û kesên koçber hate rawestandin.
Divê rêveberiya herêmî bê parastin
Endamê LIVRE Rui Tavares di dema nîqaşan de bal kişand ser rola hêzên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de. Tavares got ku ew têkoşîn ji bo ewlehiya Ewropayê jî girîng bûye û ceribandina rêveberiya herêmî û temsîla demokratîk divê were parastin.
Biryar dê teşe bide helwesta derbarê Sûriyê de
Her çend hin partiyên opozîsyonê li ser hin gotinan xwestekên xwe anîn ziman jî hevgirtina meclisê li ser prensîba siyaseta parastina mafên mirovan derket holê. Ez zagon girêdayî pêdankirinek hiqûqî ya mecbûrî nîne lê wekî prensîbek siyasî ya hikûmetê li ber çavan bê girtin û siyaseta Portekîzê ya derbarê Hikumeta Demkî ya Sûriyê de teşe bike.
Pejirandina vê biryarê nîşan dide ku Portekîz li ser pêşketinên Bakur Rojhilatê Sûriyê helwestek xweş û eşkere heye û tê hêvîkirin ku di demên pêş de têkiliyên dîplomatîk li gorî vê çarçoveyê were teşekirin û meşandin.













