Li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi dirûşma “Em Komun û Civaka Demokratîk bi rêxistin bikin, bi Rêbertî jiyana azad ava bikin” Konferansa Meclîsa Îştar a 14emîn dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin dirûşmeya “Em Civaka Demokratîk û Komînan Avabikin Bi Rêbertî Re Azad Jiyan Bikin” 14emîn Konferansa Meclîsa Îştarê dest pê kir.
Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê yên pêşeng ên jin, pankartên ku li ser “Divê Jin Di Avakirina Jiyaneke Wekhev û Azad De Pêşeng Be” û “Bi Têkoşîna Jinan Ber Bi Rêbertiya Gerdûnî Ve” hat xemilandin. 400 delege di konferansê de amade bûn. Konferans bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê ewilî Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de Konferansa Meclîsa Îştarê ya 14emîn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê amade pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ev konferans, bibe wesîleya ku kar û xebatên xurt bêne meşandin. Em li dijî sîstema qirker têkoşîna jinê hin xurtin bikin. Di vê pêvajoya Rêbertî dayî destpê kirin de gelek hêz hene ku dixwazin xirab bikin. Lê emê bi têkoşîna xwe hemû planên wan vale derbixin. Emê vê konferansê bikin gava yekem ya serkeftinê. Em hîn bêhtir xwedî li kar û xebatên xwe derbikevin. Em li dijî sîstema kujer bibin bendek ya parastinê. Em ji bo hemû pêşengên ji bo têkoşîna jin xwe feda kirin emê xwe hîn bêhtir rêxistin bikin. Em di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de wek jin rol û mîsyonê xwe bileyîzin.”
Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û raporên dû salan berdewam kir.













