Enqere – Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû li ser mejiyê wî 3 roj in li beşa lênehêrînê ya nexweşxaneyê tê derman kirin. Endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes li nexweşxaneyê serdana Huseyîn Aykol dikin.
Rojnamevan û nivîskar Hüseyin Aykol, ku di 14ê Cotmehê de xwîn çûbû li ser mejiyê wî, 3 roj in li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê tê dermankirin. Piştî Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê malbata Huseyîn Aykol, hevalên wî yên rojnameger jî li nexweşxaneyê serdanan qebûl dikin. Ji roja destpêke ve li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol didomin.
Roja ewil Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Giştî Tuncer Bakirhan bi tevî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doğan û Serokwekîlê Koma Meclisê yê DEM Partiyê Sezaî Temelî li nexweşxaneyê serdana Huseyîn Aykol kiribûn. Serdanên ji bo Huseyîn Aykol didomin. Di roja sêyemîn de jî endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes li nexweşxaneyê serdana Huseyîn Aykol dikin. Serdan ji aliyê hevjina Huseyîn Aykol Nuray Çevîrmen û hevalên wî yên rojnameger ve tên qebûl kirin.
Rewşa Huseyîn Aykol a xeternek didome.