Serokên komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de li Strasbourgê civîneke çapemeniyên li dar xistin û têkildarî geşedanên li Rojava û Sûriyeyê axivîn lê belê tu pêngavên erênî nehatin avêtin.
Di daxuyaniyên li Parlamentoyê de bal kişandin ser mafên mirovan û serweriya hiqûqê û lawazmayîna pêkanînên şênber ên li dijî rêveberiya Colanî ya dewleta Tirk piştgiriyê dide wê ku ji 6’ê Çileyê ve ye êrîşî Rojava dike, bal kişand. Bi gotineke din, derket holê ku di mijara pêngavên girêdar û bibandor a li hemberî êrîşên li ser Rojava de îradeyeke cidî li holê tune ye.
Her çend Serokê Tifaqa Pêşvexwaz a Sosyalîst û Demokratan Iraxte Garcia Prez diyar kir ku divê nirxên gerdûnî werin parastin jî di mijarên têkildarî êrîşên li ser Rojava û piştgiriya fînansî ya ji rêveberiya Colanî re tê plankirin de rexneyeke eşkere yan jî banga pêkanînê nekir.
Hevserokê Reformîst û Muhafezekerên Ewropayê (ECR) Nicola Procaccini jî anî zima ku ew hilweşîna rejîma Esad bi erêrênî dibînin diyar kir ku ew hêvî dikin ku wê rêveberiya nû ji bo pêkhateyan baştir be.
Serokê Liberal Renew Europe Valerie Hayer jî fikarên xwe yên têkildarî pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê anîn ziman û piraniya berpirsiyariyê ji hikûmetên neteweyî re hişt.
Hevserokê Tifaqa Azadiya Kesk/Ewropayê (Kesk/EFA) Terry Reintke diyar kir ku gelê Kurd jî di nav divê hemû pêkhate werin parastin; bang kir ku bila YE zexta dîplomatîk bike û ji herêmên Kurdan re bi awayekî rasterast fon were veqetandin. Lê belê têkildarî pêkanîna van pêngavan mekanîzmayeke zelal nehate pêşkêşkirin.
Rexneya herî tund jî ji aliyê Koma Çepgiran (GUE/NGL) a Parlamentoya Ewropayê ve hate kirin. Hevserok Martin Schirdin êrîşên rêveberiya Colanî yên li ser herêmên Kurdan ên li Rojava û Helebê şermezar kirin û plana piştevaniya 620 milyon euroyî ya Komîsyona Ewropayê weke ‘’dînîtîyê’’ pênase kir. Schirdewan diyar kir ku endamên DAÎŞê serbest tên berdan û li hemberî gelê Kurd şer dikin û hişyarî da ku ev yek ji aliyê ewlehiya Ewropayê ve jî talûkeyeke mezin e.
Koma Çepgiran diyar kir ku divê xweseriya Kurdan bê naskirin, li gel Rojava bi awayekî rasteras têkiliyên dîplomatîk werin avakirin û piştgiriya fînansî ya ji rêveberiya Colanî re were sekinandin.













