Welatiyên ku li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklûyê ji bo Rojava bênavber çalakiyên xwe didomînin dîsa daketin kolanan çalakiyên deng derxistinê li dar xistin û bi wesayîtan konvoy çêkirin.
Li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Artûklû yên Mêrdînê welatiyên daketin kolanan êrişên çeteyên HTŞê, DAÎŞê û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava bi çalakiyên cûr bi cûr şermezar kirin. Welatiyan li navçeya Qoserê bi sedan wesayîtan konvoy çêkirin û daketin kolanan. Ciwanan jî li kolanan agir vêxistin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Welatiyên ku derketin şaneşîn û paceyên malên xwe bi berzkirina dirûşman piştgiriya çalakiyan kirin. Di çalakiyên ku belavî gelek taxan bûn de fîşekên hewayî jî hatin avêtin.
Nisêbîn
Welatiyên ku li navçeya Nisêbînê jî daketin kolanan konvoy çêkirin û çalakiyên xwe yên ji bo Rojava domanddin. Welatiyên li ber Petrola Bariş hatin bahev bi konvoyê li nava bajêr geriyan û çalakiya deng derxistinê li dar xistin. Welatiyên ku li taxa Elîka agir vêxistin dirûşmên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Gelek welatî tev li çalakiyan bûn.
Artûklû
Welatiyan li navçeya Artûklûyê jî çalakiyên deng derxistinê û vemirîna lambeyan li dar xistin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Bi sedan kes tev li çalakiyan bûn û stranên şoreşgerî gotin.















