Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê ciwanê bi navê Ayaz Encu di wesayîtê de mirî hate dîtin.
Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê ciwanê bi navê Ayaz Encu di wesayîta ku parkkirîbû de bi awayekî guman mirî hate dîtin. Hat îdia kirin ku Ayaz Encu xwe bi çekê kuştiye. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê cenazeyê Ayaz Encu birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Hat hînbûn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.







