Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê ya Rojava ji êrişên 6ê Çile ve heta îmzekirina peymanê 18 zarok hatine kuştin û 11 zarok jî birîndar bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rewşa xeternak a mirovî her ku diçe dijwartir dibe. Ev rewş herî zêde li ser zarokan bandor dike û di derûniya zarokan de nexweşiyên bêderman çêdike. Li gorî parorên ku piştî êrişên 6ê çileyê yên li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku taxên Kurdan in, hatin weşandin, di encama van êrişan de herî zêde zarok bi bandor bûne.
Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, bi sernavê “Li Bakur û Rojhilatê Sûriye Çend Bûyerên Tawanên Şer Li Dijî Zarokan” raporek amade kiriye û bal kişandiye ser sûcên li dijî zarokan û mexdûriyetên ku li ser zarokan qewimîne.

Li gorî raporê; mexdûriyeta zarokan ji êrişên 6ê Çileyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê dest pê kiriye û bi dorpêça li ser Kobanê gihiştiye asta herî jor. Di êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê de zarokan raste rast şerê çekdarî dîtiye û bûne şahidê şerek mezin. Di encama vî şerî de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di dîrokên cuda de 9 zarok hatine kuştin û 11 zarok jî birîndar bûne. Zarokên bi navê Nûra Reşo ya 10 salî, Emîn Reşo yê 8 salî, Mîra Reşo ya 3 salî, Xoreşîd Omer ê 13 salî, Sebrî Mihemed Ebdelqadêr ê 8 salî, Mihemmed Ebdurahman Berekat ê 8 mehî û du zarokên 10 salî ku navê wan nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zarokên bi navê Îvan Ebdo ya 2 salî, Şam Dilo ya 3 salî, Hemûde Mihemed Bekir ê 13 salî, Eslan Bekir ê 15 salî, Cîhad Salêh Nasêr ê 15 salî, Ehmed Bedir Aldîn Zêdan ê 15 salî, Abdulah Hesen Mihemed ê 8 salî, Hela Hemze yê 13 salî, Wîam a 6 salî, Rehef Hemze yê 6 salî û Receb Ebdelfetah ê 13 salî jî birîndar bûn. Gelek zarok jî ji her du taxan winda bûne û ji ber êrişên berdewam hejmar û navên van zarokan nehatine tespîtkirin. Zaroka bi navê Axîn ku hêj 20 rojî ye û dayik û bavên wê hatine kuştin, winda ye.
Di êrişên li ser Reqa, Hesekê û Kobanê de 9 zarok hatin kuştin
Li Reqa, Hesekê û Kobanê jî di êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de 9 zarokan jiyana xwe ji dest da. Li Reqayê zarokek 10 salî ku navê wê/î nehatiye zanîn, li Hesekê Deham Elreşo ya 10 salî, li ser Rêya Kobanê-Reqayê Mehmûd Mesî Alkûlik ê 15 salî, û li gudewarên Kobanê jî Sabrîn Ehemd Elawî yê 8 salî, Cûdî Ehmed Elawî yê 14 salî, Mihemed Ehmed Elawî yê 10 salî, Ibrahîm Ehmed Elawî yê 5 salî, Cafer Mihemed Şêx Bozan ê 3 salî ve Solîn Mihemed Şêx Bozan a 7 salî hatine kuştin.
Koçberiyê û tundîtûjiyê derûniya zarokan xera kir
Her wiha gelek zarok ji ber koçberiya bi darê zorê bi birçîbûn, tirs û nezelaliyê re rû bi rû mane û ji aliyê derûnî ve nebaş in. Ev yek li ser adaptasyona zarokan a cîhên nû qelsiyê çêdike û nexweşiyên jêneveger derdixe holê. Bê war, bê lîstok, bê xwarin, bê cil û di rewşen dijwar zivistanê de mayîn ji bo zarokan rewşa herî giran e. Lîstik ji bo zarokan cîhan e û niha zarokên Rojava ji vê yekê bêpar in. Zarokê bi navê Osman ku bi malbata xwe re koçber bûye û niha li dibistaneke Qamişloyê de dimîne, ji ber bûyerên di rêya revê de dîti, ji axaftinê ketiye. Dayika Osman ji rewşa kurê xwe metirsîdar e û ji ber nebûna navendek piştgiriyê nikare Osman tedawî bike. Her wiha zarokek 13 salî ya ji Efrînê jî di encama teqîna sobeya mazotê de jiyana xwe ji dest da. Mafên bingehîn ên zarokan bi temamî hatiye binpêkirin û mafê wan yê jiyanê ji wan hatiye girtin.

Ji ber sermayê 5 zarokan jiyana xwe ji dest da
Ji ber êrişan li Rojavayê Kurdistanê pergala perwerdehiyê hatiye rawestandin û dibistan ji bo malbatên koçber bûne stargeh. Bi hezaran malbat di van dibistanan de dimînin û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Her wiha li Kobanê 22 roj in dorpêçeke giran heye û şêniyên li Kobanê ji av, ceyran, mazot, xwarin û vexwarin û dermanên tendirûstiyê bêpar in. Ev dorpêç jî li ser zarokên Kobanê bandoreke neyînî dike û ev dorpêça ku encamên wê jiyanê tehdît dikin, nemaze ji bo zarok û pitikan bandorên mezin hene. Nehiştina avê bû sedema hilweşîna tevahiya şert û mercên paqijiyê. Nexweşiyên vegirtî, îshal û pirsgirêkên tenduristiyê di nav zarokan de zêde bûn. Qutbûna ceyranê xizmetên tenduristiyê felç kir, nexweşxane û beşên zayînê bêfonksiyon kirin. Her wiha nebûna sotemeniyê ji bo zarokan xetereyeke mezin e ku di encama sermayê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest dabû.
72 hezar zarokên Kobanê ji dibistanan bêpar in
Li gorî Rêveberiya Perwerdehiyê ya Kobanê ji 15ê Çileyê ve perwerde hatiye rawestandin û li Kobanê û gundewarên wê 72 hezar zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bê par mane. Bandora şer li ser zarokan ne tenê bi windakirina jiyanê an birîndarbûna laşî ve sînordar e. Zarok neçar tên hiştin ku di hawîrdoreke tê de jiyanek ewle, berdewamî û pêşerojek watedar bi zanebûn hatiye ji holê rakirin, bên jiyîn. Bêparbûna ji dibistanê, birçîbûn, koçberiya bi darê zorê, tirsa domdar û tundiya ku şahidiya wê kirî, birînên kûr û bêderman li ser pêşketina derûnî û civakî ya zarokan dihêlin.
Berfirehiya raporê wiha ye: LI_BAKUR_Û_ROJHILATÊ_SÛRIYE_ÇEND_BÛYERÊN_TAWANÊN_ŞER_LI_DIJÎ_ZAROKAN-1













