Rojnameger Serdar Altan ê ku beriya niha ji ber parvekirinên xwe yên li ser Xê hatibû darizandin, piştî biryara betalkirina ceza ya Dadgeha Destûra Bingehîn careke din hat darizandin. Danişîna doza Altan li Dadgeha 9emîn a Amedê hate lidarxistin. Serdar Altan û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî dadgeha Amedê dîsa li Altan ceza birî.
Rojnameger Serdar Altan, ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê Xê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye hatibû darizandin. Dadgeha 9emîn ya Amedê di encama danişîna yekem de salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Rojnameger Altan birîbû.
Piştî ku parêzer Serdar Çelebî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û xwest cezayê miwekîlê wî were xerakirin. Dadgeha Destûrê biryara dadgeha herêmî nirxand û diyar kir ku ev ceza binpêkirina “mafê azadiya îfadeyê” ye. Li ser vê yekê, Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku doz ji nû ve were lidarxistin û biryar were xerakirin.
Careke din ceza hat birîn
Doz li Dadgeha 9emîn ya Amedê ji nû ve hat hatlidarxistin. Dadgeha Amedê nêrîna Dadgeha Destûra Bingehînê li ber çavan negirt û di biryara xwe ya berê de israr kir. Dadgehê carek din bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh ceza li Serdar Altan birî.








