Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt bajarê Kobanê.
Gelê Kurdistanê û dostên xwe li her cihî li dijî êrişên çeteyan li ser pêyan e û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin. Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê û dostên wan Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku bikeve tevgerê û alîkariya mirovî şand Kobaniyê.
Ev alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bi ser bajarê Helebê re gihişt Kobaniyê û hat zanîn ku ew alîkarî ji 24 kamyon-TIRan pêk tê.
Ev çend roj in bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û krîza mirovî lê zêde bûye.
Karwanê alîkariya mirovî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin, tevî astengiya gelek dewletan jî ev alîkarî di encama daxwaz, bang û berxwedana gelê Kurdistanê de gihîşt Kobaniyê.
Xelkê Kobanê bi rojan e ji bo peydakirina xwarinên bingehîn, derman û sotemeniyê bi zor û zehmetiyên dijwar re rû bi rû mabû.














