Bi pêşengiya rêveberên jin ên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê û TJAyê di çarçoveya xebatên 8ê Adarê de li gelek taxên bajêr geriyan, belavokan belav kirin û banga tev li bûna mitînga 8ê Adarê li jinan kirin.
Li Sêrtê bi pêşengiya rêveberên jin ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek taxên nava bejêr geriyan, belavokan belav kirin û banga tev li bûna mitînga 8ê Adarê li jinan kirin. Jinên ku belavokan belav dikirin bê navber diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz dikirin û gelek caran di nava taxan de bi tilîliyan reng didan xebatên xwe.
Dema ku jin li nava taxan digeriyan ji aliyê jinên taxan ve bi eleqeyek xweş dihatin pêşwazîkirin, di navbera wan de diyalogên germ çêbûn û bi hev re sohbet kirin. Her wiha jinan di banga xwe de diyar kirin ku ew ê di 7ê Adarê de li ber deriyê avahiya xwe saet di 12:00an de dest bi meşê bikin û banga beşdarbûna çalakiyê li jinên Sêrtê kirin.














