ZIMAN-KURD, ANKA-DER û MED-DER li navçeya Sêwregê ya Rihayê bi zarokan re hatin gel hev û alfabeya kurdî fêrî zarokan kirin.
Komeleya Lekolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimane Kurdî ya Sêwregê (ZIWAN-ZIMAN-KURD) ku piştî xebatên 4 mehan li navçeya Sêwregê ya Rihayê hate vekirin xebatên xwe geş kirin. Saziya ku her roj gelek mêvanan pêşwazî dike, îro jî bi zarokan re bernameya fêrkirina albefeya kurdî li dar xist. Di bernameyê de Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komelaya Ziman, Çand, Hûner (ANKA-DER) û gelek welatî amade bûn.
Zarok fêrî alfabeya Kurdî kirin
Berî çalakiyê, mamosteyên ji ZIWAN-ZIMAN-KURD û MED-DERê stran strîn û li kolanan geriyan. Mamosteyan ji bo zarokan şahiyeke kêfxweşiyê li dar xistin. Piştre jî ew derbasî komeleyê bûn û demek dirêj govend gerandin û kelecaneke mezin jiyan. Piştî gerandina govendê, mamosteyan tîpên alfabeya Kurdî nîşanî zarokan dan.
Bername bi aktîvîteyên cûr be cûr bi dawî bû.













