Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê diyar kir ku droneke çeteyên hikûmeta demkî ku êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikir xistin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan droneke çeteyên hikûmeta demkî ku yekser êrişî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dikir, xistiye xwarê. Hêzan da zanîn ku di çarçoveya bersivdana êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk de ev dron hat xistin.
Êrişên çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk bi dron û çekên giran dewam dikin.












