Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê 2 tankên din îmhakirin. Hejmara tankên hatine îmhakirin bûn 4.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê rewa ya parastina şêniyan û taxan de 2 tankên din li eniyên Kastîlo û Şiqeyêfê yên bakurê taxa Şêxmeqsûdê hatin îmhakirin.
Bi wê re hejmara tankên komên çete yên ku îro li eniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatine îmhakirin bû 4 tank.













