Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê-Pîrsûsê ku di 23ê Kanûnê de dest pê kir, di roja 6emîn de didome. Çalakgeran banga mezinkirina nobedê kirin û gotin: “Parastina pergala Rojavayê peywira me hemûyan e.”
Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê ku li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 6emîn de didome. Di çalakiya bi pêşengiya DBP, DEM û TJAyê hatiye destpêkirin, parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Riha û Amedê û navçeyên wan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê amade bûn.
Li gel şert û mercên hewaya sar jî gel danê serê sibê li qada nobedê li hev civiya û li ber stranên Kurdî bi govendê çalakiya nobedê dan destpêkirin. Nobedarên ku li dora agirên pêxistî xelek çêkirin, nobeda li dijî êrişên Kobanê yên sala 2014an bi bîr anîn û bîranînên xwe parve kirin. Çalakger bi kilaman bal kişandin ser berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nobeda bi bilêvkirina bîranînan û gotina kilaman berdewam kir. Girseyê beriya daxuyaniyê pankarta “Rojava rûmeta me ye” vekirin û wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên hatin tuştin hildan. Dîsa pankarta ku wêneyê komkujiya Roboskî li ser heye jî vekirin.
Endamê Meclisa Partiyê yê DEM Partiyê Celalettîn Erkmen, diyar kir ku şerekî ku di demên dawî de li cîhanê derketiye holê û ji bo berjewendiyên emperyalîstan dewam dike heye û got: “Ew Rojhilata Navîn vediguherînin gola xwînê. Tu feydeya van hêzên emperyalîst nîne. Ji xeynî îmha, înkar û tinekirinê ji bo gelan rewşeke din a jiyana demokratîk heye ku em jê re dibêjin rêya 3yemîn. Eger aştî pêk were, divê şert û mercên azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk werin. Rojava destkeftiya me ye.”
Piştre Hevserokê DBPê yê Rihayê Mahmut Manas axivî bal kişand ser salvegera Komkujiya Roboskî û wiha axivî: “Tevî ku dem derbas bûye jî kiryar hêj nehatine cezakirin. Îktîdara siyasî hewl dide veşêre. Ronînekirina komkujiya Roboskê dijminatiya li hemberî Kurdan nîşa dide.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.