Şervanên HSD û YPJê li Sirînê û gundekî nêzî Çelebeiyê derbên giran li çeteyên HTŞ û SMOyê xistin. Gelek çete hatin kuştin û birîndaran bûn, erebeyên wan ên zirxî hatin îmhakirin.
Çeteyên HTŞ û SMOyê li bajarê Sirînê û gundekî nêzî Çelebiyê yên gundewarê kantona Firatê êrişî nuqte û mewziyên şervanên HSD û YPJê kirin.
Hat diyarkirin ku şervanan bersivê tund da çeteyan, hejmarek ji wan kuştin û birîndar kirin, wesayîtên wan ên zirxî îmha kirin.
Li gel peymana agirbestê ya ku duh ketiye pratîkê, çeteyên HTŞ û SMOyê êrişên xwe bênavber didomînin.












