• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnex û Mêrdînê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Şirnex-Mêrdîn / AW 

1 ÎLON 2025 - 20:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şirnex û Mêrdînê bi sedan kes bi wesîleya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan.  Di çalakiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li pêvajoyê kirin.

Li navenda Şirnex di nav de palementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, endamên û rêveberên saziyên civaka sivîl û sedan welatiyên li ber avahiya KESKê kom bûyîn bi pankarta, ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’ meşiyan. Di meşê de diruşmên, ‘ Bijî aştî’ , ‘Jin jiyan aştî’ hatin berzkirin.

Piştî ku girse gehişt qada Emerê Ereb ji aliyê Hevserokê TUHAD-FEDê yê Şirnex Aydin Denîz daxuyaniya hat xwendin. Deniz bal kişand ser şerên li tevahiya cîhanê pêk tê û wiha axivî; “1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cihanê ku piştî Şerê Cihanê yê Duyem hat ragihandin, ji bo gelên ku dixwestin wê tarîtiyê li paş xwe bihêlin, semboleke berxwedana li dijî faşîzmê bû. Lê belê, wekî ku Birêz Abdullah Ocalan ev bi salan e ku balê dikişîne ser, îro em dibînin ku mirovahî di girdavên Şerê Cihanê yê Sêyem de ye. Qeyrana pergalê ya sermayeya gerdûnî û şerên parvekirina emperyalîst jîngehên gelan vediguherînin meydanên şer.”

Denîz destnîşankir ku ger dewlet bixwaze nîqaşên di komîsyona meclîsê de encam bigire divê şert ê mercên Ocalan werin guhertin û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Îro eger dixwazin ev nîqaşên ku li Meclîsê tên kirin encamgir bibin, wê demê lazim e ku serê pêşîn şert û mercên xebatê yên serbest demildest ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” îradeya aştî û çareseriyê nîşan daye û avakar û rêveberê vê pêvajoyê ye.”

Denîz diyar kir ku ji bo aramî û azadiya gelan tekane rê, rêya Aştiya Cikava Demokratîk e û wiha pêde çû: “Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk, birûmet û mayînde ne tenê ji bo gelê kurd, her wisa ji bo tirk, ereb, laz, çerkez, elewî, êzidî û hemû gelên ku li vê erdnigariyê dijîn jî, kilîta siberojê ye. Em dizanin ku aştî ne tercîhek e; şerta pêkvehebûn û pevrejiyanê ya gelên me ye. Ji bo aramî û azadiya hemû gelan, tekane rêya çareseriyê ew e ku em bi rêya aştiyê civaka demokratîk ava bikin û bi avakirina civaka demokratîk jî aştiyê mayînde bikin.”

Denîz herî dawî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê sibatê bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Birêz Ocalan di serî de ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cihanê banga herî xurt a aştiyê ye. Weke gelên bindest, kedkar, jin, ciwan û hêzên hilberîner ên vê erdnigariyê em bi sosyalîzma civaka demokratîk û xwişkûbiratiya gelan bawer in. Ev banga ji bo aştiyê di heman demê de bangek e ku li dijî kedxwarî, zayendperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û emperyalîzmê hatiye kirin.”

Piştî Denîz parlementer Îrmez got ji bo aştiyek mayînde hewceyî bi guhertina şert û mercên Ocalan heye û wiha axivî; “Ji bo li Tirkiye aştî pêk were hewceyî pê heye ku azadiya Rêber Ocalan pêk were. Her wiha divê bi kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re aştî pêk were.”

Çalakî bi gerandina ‘dîlana aştiyê’ bi dawî bû.

Mêrdîn

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê (DEKUP) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji ber avahiya PTT’ê ya li navçeya Artukluyê heta Parka Karayollariyê meşiyan. Di çalakiyê de pankartên “Tekoşîna aştî û demokrasiyê jin bilind dikin” û “Aştiyek mayînde bi civaka demokratîk pêkan e” û dowîzên “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, jiyaneke wekhev û azad e”, “Jin Jiyan Azadî”, “Dayîk parazvanên aştiyê ne”, “Jin şer naxwazin azadîyê dîxwazin” û “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” hatin vekirin. Girseya gel di tevahiya meşê de li ber erbaneyê dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Jin şer naxwaze, aştiyê dixwaze” berz kirin.

Piştî meşê, girseyê li Parka Karayollariyê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya kurdî ji hêla Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday û ya tirkî jî ji hêla Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Merdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de li ser çareseriya demokratik û mayinde ya meseleya kurd hat sekinandin. Di daxuyaniyê de doza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin û îşaret bi “şert û mercên xebatê yên azad” ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî peyama Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend.

Peyam bi çepikan hat pêşwazîkirin. Paşê girseyê 1’ê Îlonê bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê pîroz kir.

Etîket: azadMerdinmesŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

8 ADAR 2026
Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

8 ADAR 2026
OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

27 SIBAT 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

OHD bi daxwaza pêkanîna Mafê Hêviyê dimeşe

27 SIBAT 2026
OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

24 SIBAT 2026
Li Perperikê û Xalxalokê 21ê Sibatê hat pîrozkirin

TJA: Armanca me temamkirina aştî û civaka demokratîk e

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (389)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne