Li Stenbolê polîs êrişî çalakiya Rojava kiribû û 95 kes hatibû binçavkirin. Nûçegîhanê MAyê Ugurcan Boztaş jî nav de 78 kes hatin berdan. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 17 kes dê îro derxin dozgeriyê.
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê êrişên li ser Rojava yên çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirkiyeyê li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê şermezar kir. Bi hezaran kes tev li çalakiyê bûn û xwestin bimeşin. Lê polîsan êrişî girseyê kir. Girse li kolanan belav bû û dirûşmên dilsoziya bi Rojava re berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ugurcan Boztaş jî di nav de 95 kes bi lêdanê hat binçavkirin û wan birin Mudiriyeta Polîsan a Stenbolê.
Nûçegîhanê MAyê Ugurcan Boztaş jî di nav de 78 kes piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatin berdan. Tê payîn Hevserokê DEM Partiyê Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 17 kes ji bo îfadeya wan bê girtin sewqî dozgeriyê bikin.













