Koordînasyona Navendî ya Newrozê ji bo eşkerakirina deklarasyona Newroza 2026an li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Koordînasyona Navendî ya Newrozê bi armanca eşkerakirina deklarasyona Newroza 2026an ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” dê bê pîrozkirin, li Hotel Elît World a li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê eşkere kir. Deklarasyon bi civînek çapemeniyê hate eşkerekirin.
Hevseroka Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî di nav de gelek welatî tev li civîna eşkerekirina deklarasyonê bûn.












