Hat ragihandin ku li Stenbolê di 3 saetan de bi giştî 51 erdhej çêbûn e. Erdheja herî mezin bi hêza 6.2 pêk hatiye.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) kêlî bi kêlî erdhejên li Stenbolê li pey hev pêk tên radigihîne. Navenda van erdhejan Behra Marmarayê ye. Gelek erdhej pêk hatin. Erdheja herî mezin bi hêza 6.2 pêk hat. Saet di navber 12.13 û 15.17an de herî kêm 51 erdhej pêk hatine.
Walîtiya Stenbolê ragihand ku di kêliya erdhej pêk hatine de welatiyên ji ber metirsiyê xwe ji bilindahiyê ango avahiyan avêtine xwarê heta niha 151 kes birîndar bûn e.